Temena stêrka herî pîr a di nav hemû strêkan de ku li gerdûnê têne naskirin, sê caran ji Rojê mezintir e û çend sed mîlyon sal ji gerdûn bi xwe biçûktir e. Zanyarên Awistralyayê ku piştî çavdêriya yanzdeh salî wê stêrkê vedîtine, dibêjin temena vê cismê asimanî ji 13 mîlyar salî zêdetir e. Zanyar hêvî dikin lêkolîna wan dê bibe alîkar, da ku proseyên di gerdûnê de diqewimin, hîn baştir bêne fehmkirin.

Stêrka herî pîr a di nav stêrkên naskirî de, nêzî Cîhanê, an ku li dûrî wê ya bi şeş hezar sala ronahiyê hatiye dîtin. Lê giringiya sereke ya vê dahênanê ne temena strêkê, belê pêkhateyên wê ne. Astronom bi alîkariya analîza spektral aşkere kirin, ku di vê strêrkê de rêjeya metalên giran pir kêm e, an ku ji ya Rojê deh caran kêmtir e. Ev yek jî dîyar dike ku ev cismê asimanî, ji nifşa wan stêrkan e ku cara pêşîn di gerdûnê de çêbûne.

Verschlagwortet mit

Hinterlasse einen Kommentar